Bajarê Hudeydayê ket destê hêzên koalîsyonê

16 June 2018 19:29 0 dîtin
Bajarê Hudeydayê ket destê hêzên koalîsyonê

PeyamaKurd- Hêzên koalîsyonê yên di bin fermandariya Erebistana Si’ûdi de ragihandin ku bajarê ber behrê Hudeydayê ji hêzên Hûsiyan stendine.

Bajarê Hudeydayê bajarê herî mezin yê ku lîman lê ye. Dikeve rojavayê bakûrê payîtext Sanayê û jê 150 km dûr e. Li bajêr balafirgeh heye û niha der û dora balafirgehê ji teqemeniyan tê paqijkirin.

Koalîsyon hêzên dewletê destek kir û piştî 4 rojan bajêr ket destê hêzên dewletê. Di dema operasyonan de jimara miriyan derket 280 kesî. Alîkariya ku bo Yemenê têkirin di ser vî bajarê lîmanê de têkirin.

Li Yemenê pêdiviya 22 mîlyon însan bi alîkariya mirovî heye û 8 mîlyon û 400 hezar kes jî bi talûka mirinê re rû bir û ne.