Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê 4 ciwan revandin

02 July 2022 10:33 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê 4 ciwan revandin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, 4 ciwan ji gundewarê Girê Spî revandin.

Li gor zanyariyan, dewriyeyeke artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê, îro girtin ser bajarokê Elî Baciliye û 4 ciwan revandin.

Navê kesên hatin revandin wiha ne: Mihemed El-Elo, Mistefa El-Erar, Îsa El-Şewax û kurê Hesen El-Osman ku xwendekarê amadehî ye û beriya çend rojan ji navçeya Sabxa yê Reqayê vegeriyabû, girtin.

Herwiha hat zanîn ku kesên hatin revandin, ji “şaxê têkoşîna li dijî terorê” ya çekdaran ku li kantona dagirkirî ye hatine şandin.