Efrîn | Çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê 8 kes revandin

04 January 2022 12:35 0 dîtin
Efrîn | Çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê 8 kes revandin

PeyamaKurd Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, li herêma Efrînê 8 kes revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, koma Polîsê Leşkerî roja 2/1/2022an bi ser gundê Hecîka yê navçeya Raco de girt û 2 welatiyên bi navê Ehmed Reşîd û Hesen Birîm revandin.

Hat eşkerekirin, çekdaran ew her du welatî bi armanca stendina fidyê revandine û wan bi “nobedarî di serdema rêveberiya berê de kirine” tometbar dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan herwiha destnîşan kir, çekdarên koma Feyleq El-Şamê roja 30/12/2021ê bi ser gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrewa de girt û dest bi pişknîna malan kirin û 6 kes revandin.

Rêxistinê diyar kir, 4 ji kesên hatine revandin, kurên Xelîl Mihemed Şûtî ne û navên wan Ocelan, Husên, Ednan û Mihemed in. 2 kesên din jî, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab in.

Di berdewamiyê de wê rêxistinê da zanîn, piştî lêpirsîn bi wan re hatin kirin, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab hatin berdan û 4 birayên din jî çarenivîsa wan ne diyar e.