Di êrîsa çekdarên girêdayî Tirkiyê de 3 koçberên Efrînê birîndar bûn

18 January 2024 13:12 0 dîtin
Di êrîsa çekdarên girêdayî Tirkiyê de 3 koçberên Efrînê birîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê, doh gundên herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê topbaran kirin û çend top li gundê Şealê ketin.

Hate ragihandin ku di encama topbaranê de, 3 koçberên Efrînê li gundê Seala birîndar bûn. Hate zanîn kesên birîndar ji yek malbatê ne û navên wan Mihemed Mistefa (50 salî), Emîne Bilêc (45 salî) û Rûslîn Mistefa (16 salî) ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, ji Adara 2018an dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê hatine bicihkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan du roj berê cardin gefa operasyoneke nû ya bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê xwaribû.