Deriyê bazirganî yê navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê û Samê ji nû ve vebû
PeyamaKurd – Deriyê bazirganî yê navbera herêmên kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê û Şamê ku piştî hewlên asayîbûna têkiliyên Tirkiye-Sûriyê hatibû vekirin, demek berê ji ber xwepêşandanên nerazîbûnê hatibû girtin.
Hate ragihadin ku di çarçoveya normalîzekirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de, Rûsyayê û Tirkiyê li ser vekirina dergehê Zindîn yên di navbera hikumeta Şamê û herêmên kontrola çekdaran a li bajarê Babê de li hev kirin.
Ji bo vekirina dergehê ku riya bazirganiya sereke ya di navbera her du aliyan de ye, xelkê herêmên Bab, Ezaz û Idlibê û gelek deverên din bi xwepêşandanekê nerazîbûn nîşan dan.
Doh jî fermandarê koma Ebû Amşa bi fermana Tirkiyê gelek çekdar şandin dergeh da ku xebatên vekirinê dewam bikin û îro dergeh ji nû ve hate vekirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) beriya niha ragihandibû ku deriyê Zindîn ji ber topbaranekê hatiye girtin û bi sedan wesayîtên barkirî li ber dergeh rawestiyayî mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin