Ser di navbera HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket
PeyamaKurd – Li derdora Eyn Îsa di navbera hêzên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de, şer derket.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, şeva Çarşemê, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên komên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li nêzîkê bajarê Eyn Îsa li parêzgeha Reqayê derketin.
Heman çavkaniyan dan zanîn, çekdarên girêdayî Tirkiyê pêgehên hêzên HSDê li ser xêzên rûbirûbûnê gullebaran kirin û hêzên HSDê bersiva wan dan.
Heta niha hêzên HSDê ti daxuyanî derbarê vê bûyera rûbirûbûnê de nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin