Di navbera HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de serekî giran derket

18 November 2019 13:48 0 dîtin
Di navbera HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de serekî giran derket

PeyamaKurd - Îro ji serê sibê ve li hejmarek gundên ser bi Til Temirê ve, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û hêzên Tirkiyê de destpê kiriye û heya niha jî berdewam dike.

Li gor zanyariyên berdest, li gundên Til Menax, Dirdare, Qasimiye û Reşîdiye yên li bakurê Til Temirê şer û pevçûnên dijwar di navbera komên nêzîkî Tirkiye û ‎HSDê de rû dane.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê îdia kiribû ku bi navbeynkariya Rûsyayê li Til Temirê agirbest di navbera Tirkiyê û HSDê de hatiye ragihandin lê ev îdia ji aliyê HSDê ve hatibû redkirin.

Piştî van îdiayên ji duh hêvarê ve li herêmê bêdengiyek hebû.