Li Til Rifatê di navbera HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de ser derket

26 October 2021 14:25 0 dîtin
Li Til Rifatê di navbera HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de ser derket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî, li derdora bajaroka Til Rifetê ya dikeve bakurê Helebê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer rû da.

Çavkaniyên herêmê ragihandine ku şeva borî çekdarên girêdayî Tirkiyê li derdora Til Rifet û navçeya Şehba ya Efrînê êrîş birine ser çend deveran.

Hat zanîn ku hêzên Kurd bersiva êrîşê dane û şer û pevçûn ji bo demekê di navbera herdu aliyan de derketiye.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên operasyoneke leşkerî bi ser Rojavayê Kurdistanê de, êrîşên artêşa Tirk û komên çekdar li herêmên deshilata HSDê de zêde bûne.

Li aliyê din îro Parlamena Tirkiyê jî ji bo dirêjkirina bi 2 salan a tezkereya ku rê dide destwerdanên leşkerî li Sûriye û Iraqê dicive.