HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji bo vekirina deriyekî bazirganî di bazarê de ne

04 July 2021 11:18 0 dîtin
HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji bo vekirina deriyekî bazirganî di bazarê de ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên opozîzyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ji bo vekirina deriyekî hevdîtinan dikin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, danûstandina HSDê û çekdaran ji bo vekirina deriyekî di navbera hêzên wan de li ser rêya Serêkaniyê û Dirbêsiyê ye.

Çavkanî dibêjin, heta niha herdu alî negihîştine rêkeftina temamî û herdu alî dixwazin li nêzîkî gundê Nûhat bazarek were avakirin û danûstandina bazirganî di navbera herdu aliyan de pêk were û kelûpelên xwe bi hevdu biguherînin.