Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî xalên artêsa Sûrî kirin

01 December 2019 19:52 0 dîtin
Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî xalên artêsa Sûrî kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Idlibê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê, li dijî xalên hêzên rejîmê êrîşeke dijwar pêk anîn û hêzên rejîmê jî bersiv dan wan.

Li gorî ragihandina Rawengeha Sûrî ya Mafên komên çekdar li dijî herêmên ku hêzên rêjîmê xistiye bin kontrola xwe, dest bi êrîşeke dijwar kirine.

Navêndê diyar kir ku piştî êrîşên li bejahiyên başûr û rojhilatê Idlibê di navbera çekdaran û hêzên rejîmê de şerên dijwar rû dane.

Rawengehê da zanîn ku li derdora Ecaz, Mişêrfa û Um Xelaxîl topbaranên dijwar pêk hatin.

Hêzên rejîmê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê di rojên dawî de li ser herêmên ‘bêçek’ êrîşên xwe zêde kirin û hin herêm jî xistin bin kontrola xwe.