Girê Spî | Du komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi çekan êrîsî hev kirin

03 November 2021 18:09 0 dîtin
Girê Spî | Du komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi çekan êrîsî hev kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, du komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve pev çûn.

Li gorî çavkaniyên deverê, doh piştî nîvê şevê di navbera çekdarên komên Ehrar El-Şerqiyê û Sultan Mûrad de şer çêbû.

Hat zanîn ku çekdarên Ehrar El-Şerqiyê, çekdarên Sultan Mûrad tewanbar kirine ku ew ajanên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ne û li ser vê di navbera wan de şer derketiye.

Li gorî çavkaniyan çekdaran bi çekên navîn û sivik şerê hev kirine, lê derbarê ziyanên herdu aliyan de ti zanyarî nehatine belavkirin.