Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê du welatî revandin
PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, du welatî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, roja 28ê Îlonê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji navçeya Cindirêsê Saleh El-Ehmed Casim ê 41 salî, bi tohmeta rêvebirina komînê di serdema Rêveberiya Xweser de û Telal Ebdulrehman Mûsa yê 31 salî ji gundê Qirbê, bi tohmeta ku di serdema Rêveberiya Xweser de erka xweparastinê pêk aniye hatin girtin.
Herwiha heman çavkaniyê eşkere kir, ew her du welatî ber bi cihekî ne diyar ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Herî dawî Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê destnîşan kir, roja 27ê Îlonê jî çekdarên Feyleq El-Şam a girêdayî Tirkiyê êrîşî welatiyên gundê Burc Heyder ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kiribûn û Mehmûd Salih Hindî û Ehmed Jamu Hemo girtibûn û piştî lêdan û îşkenceyê piştî du demjmêran hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin