Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 11 welatî li Efrînê revandin

03 November 2020 12:59 0 dîtin
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 11 welatî li Efrînê revandin

PeyamaKurd – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 11 welatiyên sivîl ji 2 gundên Efrînê revandin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, koma Polîsa Leşkerî roja 22ê Cotmeha borî bi ser gundê Qude yê li navçeya Raco de girtin û bi armanca standina pereyan ji wan, 10 gundî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Heyder Şêxo, Ehmed Hec Mûsa, Rifet Hec Mûsa, Tewfîq Mihemed Mûsa, Dogan Ehmed Silêman, Mistefa Silêman, Ehmed Izet Osman, Mihemed Marûf, Ebdîn Xilûsî Ereb.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, çekdaran 2 kes (Rifet Hec Mûsa û Mistefa Silêman) berdane, lê hîn çarenivîsa 8 kesên din ne diyar e.

Herwiha rêxistinê ragihand, çekdarên koma El Mecid, pêr di 1ê Mijdarê de welatiyê bi navê Şahîn Sefer Sîdo ji gundê Kosa yê navçeya Raco revand û dest danîn ser wesayîta wî û pere û zêrên li mala wî dizîn.

Revandina welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê komên çekdar ve berdewam e. Li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî ne diyar e.