Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 5 welatî revandin

14 December 2020 13:00 0 dîtin
Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 5 welatî revandin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 5 kes ji gundekî Efrînê revandin. Baca zêdetir ji 1100 teneke zeyt jî li gundekî din sepandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, koma çekdar a bi navê Feyleq El-Şamê roja pêr 12.12.2020an, 5 welatî ji gundê Meydan Ekbes yê navçeya Raco, dema di nava zeviyekê kar dikirin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Salih Hac Hemed, Mihemed Mistefa, Farûq Xelîl Hemo, Husên Mistefa, Îmad Mûsa Hesen.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi raportekê da zanîn, çekdarên koma Elmuntesir Billah baca 1114 teneke zeyt li 15 cotkarên gundên Umera yê navçeya Raco sepandine.

Ji 18ê Adara 2018an ve, dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar, bi hezaran welatiyên Efrînê yên sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin a revandiyan ne diyar e.