Efrîn | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 6 welatî revandin

05 April 2021 11:29 0 dîtin
Efrîn | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 6 welatî revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 6 welatî revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, roja 27 Adarê bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de girt û 4 welatî bi tohmeta pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebû revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Behzad Subhî Osman, Rustem Izet Elî, Xelîl Emîr, Emîr Cemîl Cemal.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirova da zanîn, Polîsa Leşkerî roja 20ê Adarê, du birayên bi navê Birîm û Enter Nebî Moso ji gundê Çeqelê Cûmê revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirova di derbarê bûyerên revandinê de dibêje, her welatiyekî Kurd li Efrînê ji aliyê komên çekdaran ve tê revandin, tohmeta “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe, di demekê de ku tu kesekî Ereb yan Tirkmen bi tohmeta ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê desteserkirin.