Efrîn | 4 ciwan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

31 January 2022 13:35 0 dîtin
Efrîn | 4 ciwan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

PeyamaKurd Li Efrînê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 4 ciwan ji gundê Hekiçê revandin.

Li gor çavkaniyeke ji Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê diyar kiriye, koma Polîsê Leşkerî roja 28/1/2022an girt ser gundê Hêkiçê yê ser bi navçeya Cindirêsê û 4 ciwan revandin.

Navên xortên hatine revandin wiha ne: Şêrhat Zeîm Hesen, Ridwan Reşîd Miho, Ebdulqadir Reşîd Hesen û Ziyad Arif Miho.

Herwiha zanyarî eşkere dikin, Şêrhat Zeîm Hesen berê di sala 2020an de  ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û piştî fidye da, hat azadkirin.