Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 3 welatî revandin
PeyamaKurd – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji gundê Qêsim, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 3 welatiyên Kurd ku yek ji wan jin e, revandin.
Revandina xelkê sivîl ji aliyê komên çekdar ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Li gor zanyariyan, çekdarên koma Ehrar el-Şerqiye, keçek Kurd bi navê Meryem Şêxo ya 17 salî, beriya hefteyekê li gundê Qêsim ê ser bi nahiyeya Raco ya herêma Efrînê ve girtibûn û piştî demekê ew azad kirin.
Herwiha çavkaniyek ji gundê Qêsimê da zanîn, polîsên serbazî du welatî ji gund bi tohmeta xizmeta leşkeriya neçar a Rêveberiya Xweser ji heman gundî girtine.
Çavkaniyê herwiha diyar kir, ku her du welatî Ekîd Şêxo û Celal Şêxo berê jî carekê ji aliyê komên çekdar ve hatibûn girtin û li hember fidyeyê hatibûn berdan.
Heman çavkaniyê da zanîn ku bi sedema fişarên komên çekdar welatiyekî bi navê Hemîdê Kumreşê, ji gundê Kumreş, li ber qeraxên Ava Reş, li nahiyeya Raco, tevahiya mal û milkên xwe bicîh hiştiye û ji ber zilma wan koman reviyaye.
Tirkiyê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 2 salan e xistiye bin kontrola xwe û komên çekdar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin