Komên çekdar ên girêdayî artêsa Tirkiyê li Efrînê 6 welatî revandin
PeyamaKurd - Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiye, 6 welatiyên Efrînê revandin. Li gundekî jî 2 malbat ji malen wan derxistin û li şûna wan, malbatên çêkdaran li wan malan bicih kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand, koma çekdar a bi navê Polîsa Medenî, pêr 30ê Hezîranê girt ser gundê Dargirê û 5 kes (Îmad Husên Qadir, Ebdo Mihemed Ebdula, Mihyedîn Elîko, Cemal Omer Elîko û Sebrî Ehmed Mihemed) revandin.
Herwiha da zanîn, koma Polîsa Serbazî ji roja 26ê Hezîranê ve welatiyekî bi navê Rojan Ismet ji gundê Çolaqa revand û heta niha ti agahî di derbarî wî de bi dest nexistine.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand, koma çekdar a bi navê El Hemzat li gundê Maratê dest danî ser du malan û malbetên ku tê de bûn jê derxistin û li şûna wan, malbatên çekdaran bicih kirin.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ji destpêka dagîrkirina Efrînê, demografiya Efrînê diguherin. Destê xwe datînin ser malên Kurdan û malbatên çekdaran û Erebên li Efrînê di şûna wan de bicih dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin