Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ser kirin: Dayikekê can da, zaroka wê jî birîndar bû

15 October 2022 11:00 0 dîtin
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ser kirin: Dayikekê can da, zaroka wê jî birîndar bû

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê şer kirin û di encamê de topek li nav çadireke malbateke koçberên Helebê ket.

Li gor zanyariyan, di encama wê topê de dayikê can da, zarok jî birîndar bûn ku niha li nexweşxaneya bajarê Babê tên tedawîkirin.

Hat ragihandin ku li bajarê Babê, di şerê du rojan de 11-12ê Cotmehê, di navbera komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve 13 çekdar û sivîl hatin kuştin, di encam de Feyleqa sêyem ser bi artêşa niştîmanî ya opozisyona Sûriyê, bajar bi temamî ji dest Firqeya el-Hemze derxist.