Amerîkayê 2 komên girêdayî Tirkiyê ji ber tawanên kirine xist lîsteya cezayan
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Lijneya Bêçekkirinê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, Izumî Nakamîtsû, êrîşên ser sivîlan di şerê Ukraynayê de şermezar kir. Nakamîtsû herwiha bang li welatên endamên NY jî kir ku ji bo pêkanîna aştiyê li herêma şer zêdetir bixebitin.
Di civîna Konseya NY ya li ser rewşa Ukraynayê de ku bi daxwaza Rûsyayê hate kirin, Nakamîtsû wiha got: "NY êrîşên ser sivîlan û binesaziya sivîl bi tundî şermezar dike û banga bilez a agirbestê dike.”
Rayedarê NY nîgeraniya xwe ya bo ziyanên ser binesaziya sivîl nîşan da û diyar kir, pêwîste demildest dawî li şerê Ukraynayê bê anîn û ‘ez hemû welatên endam vedixwînim ku ji bo aştiyê hewldanên xwe zêde bikin’.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin