Li Efrînê di navbera komên girêdayî Tirkiyê de ser derket

31 August 2024 17:04 0 dîtin
Li Efrînê di navbera komên girêdayî Tirkiyê de ser derket

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şeva borî piştî polîsê leşkerî bi daxwaza Tirkiyê li Efrînê bendên kontrolê danîn, di navbera wan û komên çekdarên din de şer û pevçûn derket.

Li gorî agahiyên ji Efrînê gihîştine PeyamaKurd, heta derengiya şevê dengê guleyan li Efrînê ranewestiya ye, lê di derbarê ziyanên pevçûnê de zanyarî nehatin bidestxistin.

Herwiha li Efrînê û derdora wê, ji ber nêzîkbûna Tirkiyê û hikûmeta Şamê, rewş aloz bûye û tê gotin, herêma Efrînê li ber teqînê ye ku hinek alî hewlb didin li dijî Tirkiyê serî hildin.

Li aliyê din, li Efrînê ketina xelkê ya bajêr zehmet bûye û komên çekdar bi taybetî li ser welatiyên Kurd bi hinceta otomobîlên xwe nenivîsandine, cezayê pere dibirîn û  bi danûstandina bi hêzên YPGê re wan tawanbar dikin.

PeyamaKurd / Efrîn