Komên girêdayî Hesda Seibî: Emê serê Îsraîl û Amerîkayê bikin!

15 October 2023 16:17 0 dîtin
Komên girêdayî Hesda Seibî: Emê serê Îsraîl û Amerîkayê bikin!

PeyamaKurd - Komên girêdayî Heşda Şeibî ya Iraqê ku bi ser îranê ve ne, yek bi yek piştgiriya xwe bo şerê Hamasê yê dijî Îsraîlê radigihînin. Herî dawî jî koma bi navê Seyid El Şuheda ku girêdayî Heşdî Şeibî ye, ragihand ku ew ê şerê Îsraîl û Amerîkayê bikin.

Berdevkê wê koma çekdar Kazim Fertusî bi daxuyaniyekê ragihand: “Em amadebûna xwe radigihînin ji bo çûna nav şerê dijî Îsraîlê û ev ne tenê mijareke çapemenî û gotinê ye, kiryarî ye û em amade ne ji bo wî şerê çarenivîssaz ê netewa îslamî.”

Fertusî gotiye: “Beşdarbûna komên çekdar ên Iraqê li ser du bingehan e, ya yekem pêwîstiya berxwedana Filîstînê bo aliyên Iraqî û em amade ne bo bicihkirina vê bangeşeyê û ya din jî beşdarîkirina rasterast a Amerîkayê ya di vî şerî de ye, ji bo wê jî dîsa em amade ne rasterast beşdar bibin û çavdêriya hemû bûyer û pêşketinan bikin.”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî sekreterê koma çekdar a Hizbullah a Iraqê Ebu Husên Hemîdawî jî gotibû: “Erkê me yê rewa ye û hebûna me di meydana şer de pêwîst e û girînge, ji bo ku em xwe ji xirabiya dijminên xwe rizgar bikin.”