Hêza milîs a girêdayî Hesda Seibî ji tirsa êrîsên Amerîka tunelan dikole
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yek ji milîsên girêdayî Heşdî Şeibî ji tirsa bombebaranên Amerîkayê ew jî wekî rêxistina terorîst a DAIŞê tûnelan dikolin.
Çavkaniyên li Sûriyê dane xuyakirin ku milîsên Nuceba ya Iraqê, ku yek ji hêza milîsên Heşdî Şeibî ye û bi ser Îranê ve ne, dest bi vekolana tûnelan li gundên Reqa û nêzîkî parêzgeha Dêrezorê kiriye.
Nuceba hewl dide 3 embarên çek û teqemeniyê û xurakan bi rêya tunelan bi hevdu ve girêbide daku wan embaran ji bombebaranên artêşa Amerîkayê biparêze.
Cihên ku milîsên Nuceba tunel vekirine, di bin desthilatiya rejîma Sûriyê û milîsên Îranê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin