Çekdarên girêdayî Tirkiyê bi guleyan êrîsî ser dibistana gundekî Efrînê kirin

28 March 2022 11:01 0 dîtin
Çekdarên girêdayî Tirkiyê bi guleyan êrîsî ser dibistana gundekî Efrînê kirin

PeyamaKurd Çekdarên girêdayî Tirkiyê, bi guleyan êrîşî ser dibistana gundekî Efrînê kirin û hejmarek zarok birîndar kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî ragihandin, çekdarên koma El-Hemzat ji rêbenda Sirtê ya nêzîkê gundê Mêrka ve gule bi dibistana gundê Mîrka yê li navçeya Mabata reşandin û 6 zarok birîndar kirin.

Hat eşkerekirin ku navên zarokên birîndar wiha ne: Zelûx Esed Silêman (10 salî), Enfal Mihemed Rustem (5 salî), Omer Xezal, Wesîm Selah Fînîx (11 salî), Ebdulla Fînîx (13 salî) û Meryem Mihemed Qasim (12 salî)

Herwiha hat destnîşankirin, ev 6 zarok ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin û bal kişand ser wê yekê ku vê bûyerê rewşek tirs û xofê di nava gund de derxist.