Berî hevdîtinên bi heyeta Rûsî re çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî hêzên rejîmê kir
PeyamaKurd - Navenda Çavderiya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên girêdayî Tirkiyê erebeya leşkerî ya hêzên hikumeta Sûriyê li derdora Enkawî ya bejahiya bakurê rojavayê Hemayê hedef girtin.
SOHRê piştrast kir ku di navbera her du aliyan de pevçûn bi çekên giran li bajarokê Kefir Eme yê bejahiya rojavayê Helebê derketiye û heta niha tu agahiyên li ser ziyanên mirovî bi dest neketine.
SOHRê diyar kiriye ku vê sibehê hêzên hikumeta Sûriyê yên li bejahiya rojavayê Helebê bi cih bûne, erebeyên leşkerî yên artêşa Tirk li nêzî Foca 46 a li herêma Etarib bi doçkayê hedef girtine.
Li gorî zanyariyên xwecihî ji dema destpêkirina agirbesta 5ê Adarê ya Idlibê ve nêzî 650 alav tevî bi sedan leşker û wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.
Îro 10ê Adarê jî di çarçoveya rêkeftina dawî ya li Moskowê, heyeteke pisporên leşkerî ji bo dewriyeyên hevbeş û agirbesta Idlibê li Tirkiyê dest bi hevdîtinan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin