Heyeta Hamasê ji bo hevdîtinên agirbesa Xezzayê diçe Qahîre
PeyamaKurd – Li ser dawetkirina deweleta Misrê, heyetekî ji Hamasê ji bo hevdîtinên agirbesa li Şerîda Xezzayê diçe payîtexta Misrê Qahîre.
Li gor ragihandina Hamasê ya nivîskî; di bin serokatiya Xelîl el-Hayye de heyetekî roja Ladê an ku Yekşembê dê here Qahîre. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ew li ser daxwazên hevdîtina 14ê Adarê ne û wê hamas dev ji wan daxwazan bernede.
Di daxwazên Hamasê de agirbesa mayînde, vekişandina artêşa Îsraîlê ji Xezzayê, kesên ji cihên xwe bûne wê dagerin ser warên xwe, serbestiya tevgerê, alîkariya sîvîlan, guhertina esîran bi hev û parastina mafan heye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Pênşemê bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu re axifîbû û xwestibû gav bavêje da li Xezzayê agirbes bibe.
Li gor medya Amerîkayê; serokê CIAyê Burns wê dawiya hefteyê seredana Qahîre bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin