Wê serokê CIAyê li Parîsê hevdîtinên agirbesa li Xezzayê bide dewamkirin
PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî (CIA) ya Amerîkayê (DYA) William Burns ji bo hevdîtinên li Xezzayê bide dewamkirin wê here Parîsê û xebatên xweli wê derê dewam bike.
Rêvebirekî ku nexwestiye navê xwe beje, ji bo kanala TV ya CNNê li ser teqwîma xebata Burns ragihandiye ku ji bo agribes li Xezzayê bibe, xebat dewam dikin. Di nûçê de hat gotin ku Burns bi rêvebirên Misir, Qatarê û Îsraîlê re aktif hevdîtinan dike û dibe di hevdîtinên li Parîsê de pêvajo car din veje.
Her weha hat ragihandin ku niha serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani niha li Parîsê ye û bende ne ku tevlî hebdîtinan bibe.
Di destê Hamasê de 128 leşkerên Îsraîlê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin