Serokê MOSSADê wê li Qatarê, li ser agirbesa Xezzayê hevdîtin bike

24 October 2024 22:24 0 dîtin
Serokê MOSSADê wê li Qatarê, li ser agirbesa Xezzayê hevdîtin bike

PeyamaKurd – Ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku wê serokê îstîxbarata Îsraîlê yê MOSSAdê David Barnea, serokê CIAyê William Burns û serokwezîrê Qatarê ji bo li ser guhertina dîlan ya Xezayê û agirbesê hevdîtin bikin dê herin Qatarê.

Wê her dû serokên îstîxbarata Îsraîlê û Amerîkayê li Qatarê bi serokwezîrê Qatarê bi Muhammed bin Abdulrahman Al Thani re di 27ê Cotmehê de, dê hevdîtina xwe bikin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Wê teref li Qatarê di çarçova pêşdeçûnên dawiyê de ji bo Hamas esîrên di destê xwe de berde û muzakere destpêbikin, çi bijarte hebin dê li ser wan biaxifin.”

Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken jî di çarçova gera xwe ya Rojhilata Navîn de, îro li Qatarê li payîtext Dohayê, bi serokwezîr Al Thani (Al Sanî) re civiya û banga agirbesa li Şerdîa Xezayê kir.