Netenyahu ferman da serokê Mossadê da ji Qatarê dagere Îsraîlê

02 December 2023 18:33 0 dîtin
Netenyahu ferman da serokê Mossadê da ji Qatarê dagere Îsraîlê

PeyamaKurd – Serokê Mossadê David Barnea bi sedema hevdîtinên bi Hamasê re bi heyetekî Îsraîlê ve li bajarê Dohayê payîtexta Qatarê bû. Bi sedema hevdîtinên bi Hamasê re asteng bûn û nameşin, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu bangî serokê Mossadê kir da vegere welatê xwe.

Li gor ragihandina beşa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Îsraîlê ya nivîskî; tê de hat gotin ku muzakereyên bi Hamasê re nema dimeşin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li gor peymana navbera Îsraîlê û Hamasê ew zarok û jinên Îsraîlê yên di destê Hamasê de ne, temamê wan serbest bernedane.