Serokê MOSSADê Barnea, ji Qatarê dageriya Îsraîlê

28 October 2024 21:49 0 dîtin
Serokê MOSSADê Barnea, ji Qatarê dageriya Îsraîlê

PeyamaKurd – Ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku serokê MOSSADê David Barnea, piştî li Qatarê hevdîtinên li ser agirbesa Xezayê kiriye qedandiye û dageriyaye Îsrîlê. Hevdîtin dê di rojên pêşiya me de dewam bikin.

Serokê îstîxbarata Îsraîlê yê MOSSADê David Barnea, serokê CIAyê William Burns û serokwezîrê Qatarê Muhammed bin Abdulrahman Al Thani (Sani) li Doha ya Qatarê li ser guhertina esîran û agirbesa li Xezayê hevdîtin kirin û dageriya Îsraîlê. Ofîsê got:

“Li ser pêşniyareka nûh ya ku pêşniyarên berê bi yên nûh re dike yek peyman, li ser wan axifîne û ji bo pêşdebirina peymanê, wê di rojên pêşiya me de hevdîtin dewam bikin.”