Hevdîtinên Ukraynayê wê li Parîsê bên kirin
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku wê îro li Parîsê hevdîtinên Ukraynayê bên kirin.
Macron di hevpeyvîna ligel rojnamevanan de şerê Rûsya û Ukrayna nirxand.
Macron destnîşan kir ku Civîna Bilind a Ukraynayê ya doh li Parîsê hat lidarxistin, ji bo gotûbêjkirina gavên pêş ên di derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de girîng bû, destnîşan kir ku di lûtkeyê de helwêsta ku DYA di vê mijarê de dike de cih nagire.
Macron diyar kir ku beriya lûtkeyê û piştî lûtkeyê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi têlefonê axivîn û got ku ew nafikirin ku DYA dixwaze ji NATOyê derkeve.
Macron got, di wê baweriyê de ye ku Trump dikare bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re diyalogeke bikêr ji nû ve bide destpêkirin û got ku wê li Fransayê bi hin welatan re, tevî dewletên Ewropayê, têkildarî Ukraynayê hevdîtin bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin