Idlib | Di êrîsên rûsî de 64 çekdarên nêzî Tirkiyê hatin kustin û birîndar kirin

13 November 2023 22:03 0 dîtin
Idlib | Di êrîsên rûsî de 64 çekdarên nêzî Tirkiyê hatin kustin û birîndar kirin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya rûsî Berpirsekî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyeyê da xuyakirin, di êrîşên hêzên Rûsyayê yên li Idibê de, 64 çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hatin kuştin û birîndar kirin.

 Ajansa Interfax a Rûsyayê, bi zarê cîgirê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihandiye ku hêzên Rûsyayê bi rêya êrîşên asmanî li Idilbê 34 çekdar kuştine û zêdetirî 60 çekdar jî birîndar kirine.

Hate zanîn ku çekdarên hatine kuştin û birîndarkirin ji komên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike ne.