Idlib | Balafirên Rûsî êrîs bir ser çekdarên girêdayî Tirkiyê: Herî kêm 30 kustî...

26 October 2020 16:24 0 dîtin
Idlib | Balafirên Rûsî êrîs bir ser çekdarên girêdayî Tirkiyê: Herî kêm 30 kustî...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 26ê Cotmehê balafirên şer ên rûsî li Idlibê êrîş birin ser bingehên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve yên Feyleq El-Şamê ku hejmarek zêde kuştî hene. Li gorî çavkaniyên herêmê herî kêm 30 kes di bomberana rûsî de hatine kuştin ku gelek ji wan çekdar in.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku balafirên Rûsyayê deverên li herêmê Çiyayê El-Dewîle ya girêdayî herêmê Harim li bakurê rojavayê Idlibê dûrî sînorê Lîwa Îskenderun bi 9 km ên ku tê de navendên çekdaran hene û bi taybet koma Feyleq El-Şam a girêdayî Tirkiyê li wir e bombebaran kirin.