Ji Rûsyayê li Idlib û Hemayê êrîsên nû yên asmanî: HTSê rêya Sam-Helebê qut kir

01 December 2024 15:12 0 dîtin
Ji Rûsyayê li Idlib û Hemayê êrîsên nû yên asmanî: HTSê rêya Sam-Helebê qut kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên Rûsyayê li gundewarên Idilb û Hemayê baregehên çekdarên Heyet Tehrîr Şamê bombebaran kir û rejîma Sûriyê jî hêzên teqwiye dişîne Hemayê.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) balifirên Rûsî navçeyên Morik, Xan Şêxûn, Kirinbil, Hezarîn û Til Kokebê bombebaran kirin. 

Hate diyarkirin, di encamê de sivîlek hatiye kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne. Herwiha li Xan Şêxûnê mayînên hikûmetê bi komeke Heyet Tehrîr Şamê ve teqiyane û 7 ji wan hatin kuştin. 

Dîsa Ajansa Fermî ya Hikûmeta Şamê ragihandiye ku wan gundê Merdisê û Qela Medîq ji dest çekdarên Heyet Tehrîr Şamê derxistine û ew ji bajarê Hemayê dûr xistine. 

HTŞê jî ragihandiye ku wan gundê Xenasirê û rêya Xenasir ya navbera Helebê û Şamê girtiye û ev tê wateya ku Heleb bi temamî ji Şamê hatiye qut kirin.