Berî biryara NY Rûsyayê êrîsên asmanî yên ser Idlibê zêde kirin

25 June 2021 20:39 0 dîtin
Berî biryara NY Rûsyayê êrîsên asmanî yên ser Idlibê zêde kirin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku Rûsyayê êrîşên asmanî yên ser Idlibê bi ser komên çekdar de zêde kirine.

SOHRê diyar kiriye ku balafirên şer ên Rûsyayê doh 3 caran êrîş birin ser herêma Eyn Şîb a rojavayê Idlibê û bombebaran kirin.

Herwiha balafirên Rûsyayê û balafirên keşfê li asîmanê herêmê geriyan û hêzên rejîma Şamê jî herêmên cuda yên Başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHRê daye xuyakirin ku Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî li Idlibê xurttir dike û komên çekdar jî xalên hêzên rejîmê yên başûrê Idlibê armanc kirin.

Li gorî nirxandinan zêdebûna êrîşên Rûsyayê li derdora Idlibê li demeke ku li New Yorkê li ser dirêjkirina biryara navneteweyî ya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya sînorên Sûriyê gotûbêjên dîplomatîk pêk tên de ye ku 10ê Tîrmehê biryar betal dibe.