SOHR: Rûsyayê 32 êrîsên asmanî pêk anîn

17 October 2023 20:01 0 dîtin
SOHR: Rûsyayê 32 êrîsên asmanî pêk anîn

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Rûsyayê bi dehan êrîşên asmanî li ser komên çekdarên parêzgeha Idlib a Sûriyê pêk anîne.

Li gorî SOHRê balafirên şer ên Rûsyayê li dijî derdora bajarokên Marat Misirîn, Hefserce, Şêx Behr, daristana bajarokê Şêx Yûsif, derdora bajarokê Erîha û kampeke li gundewarên bakur û rojavayê Idlibê 32 êrîş encam dan.

Hate diyarkirin ku di êrîşan de li derdora gundê Şêx Behr ê rojavayê Idlibê 3 kes birîndar bûne ku li herêmên hatine bombebarankirin baregehên leşkerî yên Tehrîr El Şam (HTŞ) hene.