Amerîka êrîsên Sûriyê û Rûsyayê bo ser Heleb û Idlibê sermezar kir

22 March 2021 22:32 0 dîtin
Amerîka êrîsên Sûriyê û Rûsyayê bo ser Heleb û Idlibê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê êrîşên rejîma Sûriyê yên bi topan ku Helebê xistibûn û êrîşên Rûsyayê yên bi balafiran ku li Idlibê xistin şermezar kir. Li Helebê û Idlibê zarok û sîvîl di êrîşan de miribûn.

Berdevkê wezaretê Ned Price, li ser êrîşan beyanekî belav kir û di beyana xwe de weha got:

“Amerîka êrîşên rejîma Sûriyê yên bi topan ku avêtibûn Helebê û êrîşên Rûsyayê yên bi balafiran li Idlibê xistibûn şermezar dike.”

Berdevk ragihand ku rejîm li El Terîbê bi topan li nexweşxanê xistiye û di nav miriyan de gelek zarok, jin û sîvîl hene. Gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane û hinek ji wan birîndar bûne. Price got ku koordînatên nexweşxanê berê bi Neteweyên Hevgirtî re hatiye parvekirin da li wê derê êrîş neyên kirin. Berdevk weha dewam kir:

“Rûsya li deverên nêzî Babil Hewa xistiye û sîvîlekî can daye. Babil Hewa tenha deriye ku alîkariya NH di ser wir de diçe bo xelkê sîvîl û di NH de hatiye qeydkirin. Her meh bo 2.5 mirovan alîkarî di wî deriyê de diçe Sûriye. Xebatkarên tenduristiyê û dezge di nava wan de, divê nebin hedefa êrîşên leşkerî. Divê ev şiddet raweste û em bang dikin da agirbesekî berfireh bê ragihandin.”