Pentagonê li ser êrîsên baregehên Amerîka yên Iraq û Sûriyê daxuyanî da: Bê bersiv namîne!

20 October 2023 18:53 0 dîtin
Pentagonê li ser êrîsên baregehên Amerîka yên Iraq û Sûriyê daxuyanî da: Bê bersiv namîne!

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) li ser êrîşên bi ser baregehên hêzên amerîkî yên li Iraq û Sûriyê de daxuyanî da.

Pentagonê ragihand ku ew dê her cûre gavên pêwîst bavêjin û di demeke ku ew diyar bikin de, bersiva êrîşan bidin.

Berdevkê Pentagonê Tuggeneral Patrick Ryder, da xuyakirin ku ew mafê xwe yê bersivdanê parastî dihêlin, lê êrîş bê bersiv namînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê di nav çend rojên borî de, komên milîsên girêdayî Îranê bi moşek û dronan êrîş biribûn ser hin baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê.