Amerîkayê baregehên Hizbullahê yên li Iraqê kirin armanc
PeyamaKurd – Hêzên Amerîkî sê baregehên ku tê îdiakirin ku Ketaib Hizbullah û komên din ên çekdar ên Îranê li Iraqê bikar tînin bi êrîşên asmanî kirin armanc.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî got ku ev êrîş bersiveke rasterast e ji rêze êrîşên hêzên Îran piştgirîya wan dike li dijî hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê.
Hate diyarkirin ku di van êrîşên hewayî de qadên perwerdehiya moşek û pêgerên hewayî yên bê mirov (ÎHA) yên komên çekdar hatine bombekirin.
Ji aliyeke din ve Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku, ew êrîş bersiveke rasteraste li hember êrîşên hêzên ser bi Îranê yên li dijî hêzên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê.
Lloyd Austin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku bi talîmata Serokê Amerîkayê Joe Biden 3 navendên komên milîs ên ser bi Îranê yên li Iraqê tên bikaranîn ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşan de li ser malpera tora civakî ya Telegramê, Heşda Şeibî diyar kir ku di encama êrişên Heşda Şeibî li Qaimê de kuştî û birîndar hene.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja 20ê Çile saet di 18.30yan de bi 20 moşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Kobanî kir.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) dibêje, çendîn personelên Amerîkî ji ber dengê moşekan ji tedawiya "birînên mêjî yên trawmatîk" derbas bûne û rewşa wan ew tê nirxandin, herwiha leşkerekî Iraqî jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin