Hizbullaha Iraqê gefa tundkirina êrîsên ser baregehên Amerîkayê xwar!

10 December 2023 15:18 0 dîtin
Hizbullaha Iraqê gefa tundkirina êrîsên ser baregehên Amerîkayê xwar!

PeyamaKurd - Rêxistina Hizbullah a Iraqê ku bi ser Îranê ve ye, gefa berfirehkirina êrîşên ser baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê xwar.

Fermandarê Hizbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew tiştên ku wan berê li dijî baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê kirine, tenê destpêk e, ji niha û pê de ew ê êrîşên xwe berfirehtir û tundtir bikin.

Fermandarê Hizbullahê gotiye, ew kesên ku bingehên Amerîkayê weke şandên dîplomatîk dizanin, ew dixwazin pêgeh û berjewendîyên xwe li Iraqê biparêzin û diyar kiriye, “Ajansên ewlekarî yên ku alîkariya Amerîkayê dikin jî, hevparê tewanan in.”

Hêjayî gotinê ye, bi destpêkirina şerê Îsraîl-Hemasê re komên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyê êrîşên ser baregehên amerîkî zêde kirine û herî dawî jî 8ê Kanûnê bi moşekan êrîşî Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê kiribûn.