Hizbullaha Iraqê: Ji ber vekisînê me êrîsên ser hêzên Amerîkî rawestand

08 April 2020 18:18 0 dîtin
Hizbullaha Iraqê: Ji ber vekisînê me êrîsên ser hêzên Amerîkî rawestand

PeyamaKurd-  Hizbullaha Iraqê ragihand ku wan ji ber biryara vekişîna Amerîkayê ji Iraqê, êrîşên ser hêzên Amerîkî rawestandiye.

Berpirsekî bilind ê Hizbullaha Iraqê yê bi navê Ebu Ahmed Basrî ragihand, “Bi sedema ku leşkerên Amerîkayê ji baregehên Iraqê vedikişin, fermana rawestandina êrîşên ser hêzên Amerîkî bo me hat dayîn. Lê belê emê dîsa jî di amadebaşiyê de bin.”

Amerîkayê çend roj berê piraniya baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê vala kiribûn û ji hêzên Iraqî re hiştibûn.