Ji Hizbullaha Iraqê biryareke nû: ‘Em êrîsên ser Îsraîlê radiwestînin’

26 November 2023 11:59 0 dîtin
Ji Hizbullaha Iraqê biryareke nû: ‘Em êrîsên ser Îsraîlê radiwestînin’

 PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê Ebû Husên Hemîdayî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ew dê heta bidawîbûna agirbesta di navbera Îsraîl û komên çekdar ên Filistînê de êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestînin.

Herwiha Ebû Husên Hemîdayî daye xuyakirin ku ew dê hevdem êrîşên li dijî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê jî kêm bikin.

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê gotiye: “Em dê ji ber binpêkirina Amerîkayê ya serweriya Iraqê, derbaskirina asmanê wê bi rêya balafirên şer û sîxuriyê û destwerdana balyozê wan di karûbarên hikûmetê de, çend prensîbên xwe yên rûbirûbûnê biguherînin.”

Hêjayî gotinê ye, Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê komeke çekdar a Şîe ya di nav Heşda Şeibî ya herî nêzîkî Îranê ye û demên borî gelek caran li Iraqê êrîş birine ser baregehên amerîkî.