Hizbullaha Iraqê gefa lêdana rasterast Îsraîlê xwar!
PeyamaKurd – Hizbullaha Iraqê (Ketaib-i Hizbullah) li ser êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyê ku hejmarek şêwirmendên leşkerî yên Îranê hatine kuştin, gefa bersivdana rasterast li Îsraîlê xwar.
Hizbullaha Iraqê di peyama ku li ser kuştina rayedarê Hizbullahê Ebû Elî el Eskerî, serxweşî daye de, banga bersiva tund û rasterast a Îsraîlê kir.
Di peyamê de hatiye gotin ku divê bi şêweyeke tund bersiva Îsraîlê bê dayîn û ji berpirsên hikûmeta Iraqê jî hate xwestin, ‘Nebin alava destê dijminan’.
Herwiha Hizbullaha Iraqê daye xuyakirin ku ew dê piştevaniya Xezzeyê bidomînin û di êrîşên ser baregehên Amerîkayê de jî berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin