Nûnerê Trump gefa vesarî li Iraqê xwar: Tsurkovê bisînin
PeyamaKurd – Nûnerê Karûbarên Rehînên Serokê Amerîkayê Adam Boehler, li ser azadkirina Elizabeth Tsurkova Îsraîlî ya ku tê texmînkirin nêzî 2 sal berê ji aliyê komek Iraqî ve li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû revandin, peyama Donald Trump ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî re şand.
Li gorî nûçeya malpera Îsraîlî “Ynet”ê, nûnerê Trump der barê Tsurkovê de gefeke veşarî li Sûdanî xwar û got, “Yan hûn ê bikin yan jî hûn şirîkê operasyona revandinê ne.”
Li gorî medyaya Iraqî, milîsên Iraqî piştgirîya peymaneke mihtemel a pevguhertina rehîneyan dikin di navbera ku Îsraîl û Hizbullah de.
Çavkaniyên bi ser milîsên şîe yên Iraqî ve gotin ku danûstandin berdewam in li ser rêkeftina pevguhertina çekdarên Hizbullahê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin bi guhertina welatiya Îsraîlî-Rûsî Elizabeth Tsurkovê re.
Çi hatibû serê Elizabeth Tsurkovê?
Elizabeth Tsurkov di Adara 2023yan de li Iraqê winda bû û hat piştrastkirin ku di Tîrmehê de hatiye revandin. Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, revandina wê bi grûba çekdar Ketaib Hizbullah ve girêdide ku komeke nêzîkî Îranê ye.
Ew herî dawî di vîdyoyekê de hatibû dîtin ku ji hêla dîlgirtiyên wê ve hatiye weşandin piştî demeke kurt a destpêkirina Şerê Îsraîl-Hemasê.
Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di 23ê Çile de ji Axiosê re gotiye ku Tsurkov sax e û Iraq hewl dide ku wê azad bike. Lê hikûmeta Iraqê piştî du rojan ew daxuyanî red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin