Hizbullaha Iraqê gefa êrîseke ji niska ve li Amerîkayê xwar!

05 July 2021 20:12 0 dîtin
Hizbullaha Iraqê gefa êrîseke ji niska ve li Amerîkayê xwar!

PeyamaKurd – Hizbullaha Iraqê ya bi ser Îranê ve Ketaîb Hizbullah (Ketîbeyên Hizbullahê) gefa êrîşan li hêzên Amerîka yên li Iraqê xwar.

Koma Ketaîb Hizbullah a Iraqê ya alîgirê Îranê doh 4ê Tîrmehê gefa êrîşeke ji nişka ve li Amerîkayê xwar, lê belê çawanî û cureya êrîşê eşkere nekir.

Berdevkê fermî yê Ketaîb Hizbullahê Mihiyî Mihemed ji medya fermî ya Îranê re daye xuyakirin, “Em amerîkiyên li Iraqê ji êrîşeke ji nişka ve li dijî wan, hişyar dikin. Hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê ne rewa ye û li dijî biryara parlamantoya Iraqê ye.”

Hêjayî gotinê ye, ev gefxwarin piştî ku Tehranê ji berpirsyariya êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Iraqê red kiribû pêk hat kirin.