Hizbullaha Iraqê: Êrîsa Hewlêrê karvedana êrîseke Îsraîlê bû

14 March 2022 12:00 0 dîtin
Hizbullaha Iraqê: Êrîsa Hewlêrê karvedana êrîseke Îsraîlê bû

PeyamaKurd Hizbullaha Iraqê li ser êrîşa Hewlêrê diyar kir, êrîş “karvedana êrîşeke Îsraîlê bû.”

Hizbullaha Iraqê bidaxuyaniyekê diyar kir: “Êrîşa li ser Hewlêrê, karvedana li hember êrîşeke Îsraîlê di nav axa Îranê de bû ku berî çend hefteyan encam dabû.”

Ketaîba Hizbullaha Iraqê ku hêzeke ser bi Heşda Şeibî ye eşkere kir: “Bordûmana çend pêgehan li Hewlêrê, pêşbîniya qonaxeke cuda ji hevrîkiyan li ser axa Iraqê lê tê kirin. Ew êrîş jî karvedana li hember êrîşeke bi dronan ya Îsraîlê ya di nav axa Îranê de bû.”

Li gor Ketaîba Hizbullaha Iraqê, ew êrîşa Îsraîlê ji nav axa Iraqê ve bo ser axa Îranê hatiye kirin, lê Hizbullaha Iraqê tu zelalkirineke din derbarê êrîşa Îsraîlê li ser Îranê de nedaye.

Hizbullaha Iraqê destnîşan dike, di çend hefteyên debrasbûyî de, Îsraîlê ji nav axa Iraqê ve bi dronan êrîşî nav axa Îranê kiriye.