Du komîteyên Parlamentoya Iraqê sibê serdana cihê êrîsa Hewlêrê dikin

20 January 2024 17:55 0 dîtin
Du komîteyên Parlamentoya Iraqê sibê serdana cihê êrîsa Hewlêrê dikin

PeyamaKurd – Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê, wê sibê serdana cihê êrîşê bikin.

Li gor Endamê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Merîwan Dizeyî diyar kir, ji bo lêkolînkirin û nivîsîna raportekê li ser êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê, biryar e sibê Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê serdana cihê êrîşê bikin.

Merîwan Dizeyî eşkere kir, ew komîte wê biçin cihê bûyerê û li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînê bikin û raporekê amade bikin.