Sandeke Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînê serdana Silêmaniyê dike

10 April 2023 17:27 0 dîtin
Sandeke Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînê serdana Silêmaniyê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê şandeke parlamentoya Iraqê, ji bo lêkolînkirina êrîşa ser balafirgeha Silêmaniyê ku dema karwana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbas dibû, pêk hatibû serdana cihê bûyerê bike.

Parlamenterê YNKê yê li parlamentoya Iraqê Karawan Yarwesy ji weşana partiya xwe PÛK Media re ragihandiye, li ser daxwaza alîkarê yekemîn ê serokê parlamentoyê Muhsin El Mendelawî, dê şandeke bi serokatiya serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoyê Ebas El Zamilî, endamên parlamentoyê yên YNKê Herêm Kemal Axa, Mela Kerîm Şekûr û Karwan Yarweys  serdana Silêmaniyê bikin.

Piştî êrîşa bi dronê ya 7ê Nîsanê roja şemiya borî, şandeke Hikumeta Federal a Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî Qasim El Erecî û serokê Dezgeha Ewlekariya Neteweyî Hemîd El Şetrî, serokê Dije Terorê Ebdulwehab El Saidî, cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Qeys El Mihemedawî serdana bajarê Silêmaniyê kiribû û çûbûn cihê êrîşê.

Li gorî çavkaniyên weşana Al Monitor a Amerîkî ku dispêre çavkaniyên îstixbarî, grûbeke ji nav Dijeterora YNKê agahiya cihê Mezlûm Ebdî daye Enqereyê.

Li aliyê din pisporê leşkerî Mihemed Salih Hemewendî jî li ser êrîşê ji medya Kurdistanê re gotiye: "Tirkiye tekane hêz e ku dikare li Rojhilata Navîn bi dilê xwe tevbigere. Eger Tirkiye di civîna Dabaşan de ji tevgerên Ebdî agahdar bûbe, nabe ku em vê yekê weke bûyereke xerîb binirxînin, ji ber ku YNK ne xwedî rewşeke cihê baweriyê ye.’’