Serokê Parlamentoya Iraqê sibê serdana Îranê dike
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê, wê serdana Îranê bike û bi Serokomar û Serokê Parlamentoya Îranê re bicive.
Li gor zanyariyan, derengê şeva borî 25.03.2022yê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar: “Roja Yekşemê 27.03.2022yê wê serdana Tehranê bike.”
Herwiha Mihemed Helbûsî eşkere kir, di wê serdanê de wê serokatiya şandeyekî parlamentoyê bike û diyar kir: “Serdan li ser vexwandina fermî ya serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ve pêk tê.”
Serokê Parlamentoya Iraqê destnîşan kir, di vê serdanê de wê li gel Serokomarê Îraqê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û berpirsên din bicive.
Derbarê naveroka civînan de serokê Parlamentoya Iraqê tu daxuyanî neda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin