PENTAGONê ji bo êrîsa Urdunê Hizbullaha Iraqê nîsan da

30 January 2024 14:41 0 dîtin
PENTAGONê ji bo êrîsa Urdunê Hizbullaha Iraqê nîsan da

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li gor lêkolînên wan ên li ser êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya DYA ya li Urdunê, destê Hizbullaha Iraqê ku Pasdarên rejîma Îranê piştgiriya wê dikin di êrîşê de heye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de di derbarê êrîşa li Urdunê ya li dijî baregeha leşkerî ya DYAyê de agahiyên gring parve kir.

Kirby, da zanîn ku li gor lêkolînên PENTAGONê yên di derbarê vê êrîşê de, destê Hizbullaha Iraqê ku ji alî Pasdarên rejîma Îranê ve tê piştgirîkirin, di êrîşê de heye.

Berdevk John Kirby got: "DYA dizane ku komeke milîşe ku Pasdarên Şoreşê yên Îranê ew bi çek dikin li pişt vê êrîşa ser leşkerên Amerîkî ye."

Kirby destnîşan kir ku li gor lêkolînên PENTAGONê şopa tiliyên Hizbullaha Iraqê di vê êrîşê de heye û got: "Em van koman û yên ku wan bi çek dikin dizanin û bêguman em ê ji wan hesab bipirsin.”